IraqNûçeRojhilatanavin

Gelek ji terorîstên DAIŞ’ê li bajarê Hîta Iraqê hatin kuştin

Li gor rapora IRIB News’ê, Sertîp Hêyder Fazil cîgirê qumandê hêzên xebata dijî terorîzmê li nav Iraqê got: Dabiq hêzên taybete grrûpa terorîstî ya DAIŞ’ê ne ku li operasiyonên gelek girîng pişkdariyê dikn û navê dine vê grûpê Leşkerê Xelîfeye.

Sertîp Fazêl destnîşan kir; Dabiq zêde ji 4 hezar hêzên xwe yên biyanî hene û pêgeha sereke yê vê grûpê jî bajarê Reqayê li Sûriyê yeû qumandê vê grûpê jî sê terorîstên Uzbekistanî û 2 terorîstên Çiçinî ne.

Wî got: Dabiq ewqas bona DAIŞ’ê girînge ku wan li operasiyona bajarê Kobanê pişkdarî nekir û hatiye ragihandin ku ewna tenê pişkdariya operasiyonên steratijîk dikin.

Sertîp Hêyder Fazil cîgirê qumandê hêzên xebata dijî terorîzmê li nav Iraqê destnîşan kir ku bajarê Hîtê ewqas ji bo terorîstên DAIŞ’ê girîng bû ku wan hêzên Dabiq hema bi lezgînî ji Sûriyê anîne nav axa Iraqê.

Sertîp Hêyder Fazil cîgirê qumandê hêzên xebata dijî terorîzmê li nav Iraqê herwisa bal kişande ser jinavçûna 59 gemiyên DAIŞ’ê û destnîşan kir; Para pirtire hêzên Dabiq dil hebûn pê van gemiyan ji nav bajarê Hîtê birevin ku hêzên artêşa Iraqê bi palpiştiya hêzên gelanî rê li wan terorîstan girtin û ewna jinav birin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu