NûçeRojhilatanavinSûriye

Gelek teqîn li baregeha leşkerî ya Amerîkayê li parêzgeha Hesekê ya Sûriyê pêk hatin

Ajansa Sputnikê ragihand ku dengên gelek teqînan ji baregeha leşkerî ya têrorîstên Amerîkî li kêlgeha petrolê ya El-Cebsa li başûrê parêzgeha Hesekê hatin bihîstin.

Ev teqîn hevdem ligel helîkopterên bi navê hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka li ser vê herêmê difiriyan.

Derbarê vê nûçeyê de agahiyên zêdetir nehatin dayîn. Bingehên neqanûnî yên Amerîkayê li Sûriyê di mehên dawî de çend caran rastî êrişan hatin.

Wezîrê karên derve yê Sûriyê Feysel El-Mîkdad herî dawî tekez kir ku hebûna Amerîkayê li Sûriyê neqanûnî ye û ji hêzên dagîrker ên Amerîkayê xwest ku demildest ji axa Sûriyê derkevin.

Başa dön tuşu