NûçeRojhilatanavin

Gelek têrorîst li rojavayê Iraqê hatin kuştin

Di encama êrişa balafirn cengî yên iraqî de ser pêgehên têrorîstên DAIŞ`ê li rojavayê vî welatî, gellek têrorîst hatin kuştin.

Li gorî rapora malpera nûçeyan a Sûmêriye News`ê, balafirên cengî yên iraqî, çarşemiyê bi şev pêgehên têrorîstên DAIŞ`ê yên li bajarê Hîtê li rojavayê parêzgeha El Enbarê dan ber bombeyan.

Di encama vê operasyonê de 16 têrorîstên DAIŞ`ê ji wan du serkirdeyên vê grûpa têrorîstî li navçeya El Bûnemer û El Firatê hatin kuştin.

Nûçeya din a ji Iraqê eva ye ku hêzên iraqî gundê El Esriye li 12 kîlometriya rojavayê Remadiyê ji lepên grûpa têrorîst a DAIŞ`ê azad kirin.

Iraq ji meha Hezîrana 2014`an va heya niha bi qeyrana ji ber dagîrkeriya gellek navçeyên bajarên bakûr û rojavayê vî welatî ji aliyê grûpa têrorîst a DAIŞ`ê re rûbirû bûye.

Di mideha çend mehên vê dawiyê de, hêzên gelanî û artêşa Iraqê karîn çend bajar û ji wan El Remadiye û tikrîtê ji destê DAIŞ`ê azad bikin. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu