Çalakên warê siyasî û mirovaniyê yên îtalî, daxwawa rawestandina derfirotina çek û amûrên eskerî yên vî welatî bo Erebistanê kirin.
Li gorî rapora IRIB News`ê, hejmarek ji çalakên îtalî li ber fabrîka çek û sîlehan li girava Sardenyayê kom bûn û dewam firotina bombeyên berhema vê fabrîkeyê bo Erebistanê şermezar kirin û daxwaza rawestandina derfirotina çekên eskerî yên vî welatî bo Erebistanê kirin.
Xwenîşaderan bi nîşandayîna hin wêneyan ji cinayeta siûdiyan li dijî zarokên yemenî dewama bêdengiya rayedarên welatên rojavayî li hember vê tevkujiyê rexne kirin.
Li gorî vê raporê Cûlya, Mûy nûnera îtalyayê li parlemana Ewrûpayê ku ji neraziyên firotina çek û sîlehên eskerî bo Erebistanê ye got: Dewleta Îtalyayê bi micidî rawestandina derfirotian çekêîn eskerî bo Erebistan û Îmaratê bişopîne ji ber ku dewletên ewrûpî ji wan Îtalya çavên xwe ser kuştina xelkê sivîl de girêdane.
Emerîka, Brîtanya, Îtalya û Almanya ji welatê sereke yê firoşerê çek û sîlehan bo Erebistana siûdî ne û çekên ku ev welatan difroşin dewletz siûdî li şerê li dijî Yemenê tên xebitandin.
Encama vî şerî heya niha xêncî ji navçûyîna zêde ji sedî 80 binavhiyên Yemenê, kuştin û birîndarbûna bi dehan hezar yemeniyan ji wan kuştina zêde ji 1200 zarokan bû.
Neraziyan li welatên curbicur ji wan li Îtalyayê bi lidarxistina xwenîşandanên curbicur raghandin ku welatên rojavayî ji riya firotina çek û sîlehan û piştgiriya îstixbaratî şirîkê cinayeta Erebistanê li dijî Yemenê ne.