ÎranNûçeRojhilatanavin

Gellek têrorîst li ser sînorê Çabiharê hatin kuştinê

Fermandeyê Hêza Intizamî ya Komara Islamî ya Îranê general Hisên Eşterî şeva buhurî bal kişand ser êrişa têrorîstî ya li Çabiharê û got: Bi saya hişyarî, egîtî û wêrekîya hêzên Intizamî, kesê êrişker û têrorîst berî ku bikare bikeve hundurê meqera hêzên hanê, maşîna wî hat teqandinê û di encamê de ew hat kuştinê.

Wî herwiha got: Ji bo girtina plankar û kesên têkildarî êrişa têrorîstî ya li Çabiharê gellek kar hatine kirinê û gellek têrorîst jî li ser sînorê Çabiharê hatin kuştinê.

Têrorîstekî roja pêncşemê dil hebû bi maşîneke tijî madeyên teqandinê êrişî meqera hêzên Intizamî li şarê Çabiharê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê li başûra rojhilata Îranê bike lê dema ku pêrgî berxwedana hêzên Intizamî bû, maşîna xwe li ber derîyê wê meqerê teqand.

Di encama wê êrişa têrorîstî da, 2 kes şehîd û 42 welatî ji wan çend jin û zarok jî birînar bûn.

Başa dön tuşu