CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

General Celalî: Amerîka, Erebistan û Rêjîma Sîyonîst sêkoşeya têrorîsmê li cîhanê ne

Serokê Sazîya Berevanîya Bêçek a Îranê bi gotina vê yekê ku Amerîka sembola têrorîsmê li cîhanê ye, ragihand: Amerîka, Erebistan û Rêjîma Sîyonîst sêkoşeya têrorîsmê li cîhanê ne.

Genral Xulamriza Celalî di axavtina xwe ya berî xutbên nimêja înîya Têhranê de herwiha got: Di vê sêkoşeya têrorîsmê de, Amerîka dîyarkerê sîyasetê, Rêjîma Sîyonîst sûdwergir û Erebistan piştgira bi dirêv û çekan e.

Genral Celalî herwiha bal kişand ser roja 13`ê Abanê (4`ê Mijdarê), Roja Netewî ya Têkoşîna Dijî Zorbêjê Cîhanê li Îranê û got: Divê di roja 13`ê Abanê de sîaysetên durû yên Amerîkayê ku roleke bibandor di pêkanîna têrorîsmê de hene, bên aşkirakirinê.

13`ê Abanê ango 4`ê Mijdarê li Îranê Roja Netewî ya Têkoşîna li Himberî Zorbêjê Cîhanê ye. 39 salan berî niha di rojek wek vê rojê de xwendekarên zanîngehên Îranê bi nîşana nerazîbûna li hemberî komployên Amerîkayê yên li dijî Inqilaba Islamî, balyozxana Amerîkayê li Têhranê ku bibû hêlûna sîxorîyê xistin bin kontrola xwe.

Başa dön tuşu