ÎranNûçeRojhilatanavin

General Hatemî: Îran dê bereya amerîkî-siyonîst têk bibe

Wezîrê Berevanîyê yê Komara Islamî ya Îranê got: Gelê Îranê bi amadetiya tam, dê bereya amerîkî-siyonîst têk bibe.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya IRNAyê, Emîr Sertîp (general) Emîr Hatemî bi gotina vêya ku Komara Îslamî ya Îranê di asta herî jorîn a amadetiyên berevanî-leşkerî jibo sekinîna li hemberî her cûre gef û zêdexwaziyên dijminan da ye, dîyar kir: Ev amadetî di rewşa herî dijwar a boykotkirina hêzên çekdar ên Îranê da hatiye bidestxistin.

Wî tevî amajeya bi serneketinên li pey hev ên dijminan li hemberî Komara Îslamî ya Îranê, got: Têkçûna tevgera têrorîst-tekfîrî ya vê dawiyê li navçeyê bi taybet li Iraq û Sûriyê derbeke giran li hitbara Amerîkayê û welatên piştgirê têrorîsmê xist.

General Hatemî her wiha bi gotina vêya ku gelê Îranê dê zext û astengiyên abûrî yên ji ber boykotan li pey xwe bihêle, got: Amerîkîyan ku di heyama 40 salên bihurî da her cûre komplo û fitneyek li dijî Îranê kirine, dê careke din nekaribin armancên xwe yên kirêt bi dest bixin.

Başa dön tuşu