CîhanFilistînMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Cîhanê kiryarên rejîma Siyonîstî li çêkirina bajarokan şermezar kir

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê (YE) duh bi weşandina daxuyaniyên nivîskî yên cuda kiryarên rejîma Siyonîstî li pejirandina proja çêkirina 2500 dest malên nû li qiraxa rojavayê Çemê Urdinê şermezar kir.Ajansa IRIB Newsê ragihand ku Rejîma Siyonîstî duh agahî da ku proja çêkirina 2500 dest malên nû li qiraxa rojavayê Çemê Urdinê pejirandiye ku ev hejmara malan li çend mehên vê dawiyê hejmara herî mezin a malan li erdên dagîrbûyî yên filistîniyan e.

Berdevkê wezareta şêrr ya Rejîma Siyonîstî çar rojan piştî merasima sondxwarina Donald Trump wek serokomarê nû yê Amerîkayê ragihand ku wezîrê şêrr Avigdor Lieberman û serokwezîrê Rejîma Îsraîlê Binyamin Netanyahu proja çêkirina 2500 dest malên nû li qiraxa rojavayê Çemê Urdinê pejirandin.

Eva biryara dudiyan a Rejîma Siyonîstî li bara çêkirina bajarokan li erdên filistîniyan e ku li van du rojên dawiyê hatiye dayîn.

Berî viya şaredarê Qudsa dagîrbûyî îznama çêkirina 566 dest malan da siyonîstan ku eva rastî protestoya cîhanî hat.

YE duh biryara Binyamin Netanyahu û Avigdor Lieberman li bara pejirandina proja çêkirina 2500 dest malên nû li qiraxa rojavayê Çemê Urdinê şermezar kir.

Herwiha Yekitiya Ereban û welatên Urdin û Tirkiyê jî bi weşandina daxuyaniyên cuda biryara rejîma siyonîstî li çêkirina bajarokan li erdên filistîniyan bi taybet li Rojhilata Qudsê û qiraxa rojavayê Çemê Urdinê şermezar kirin.

Despêbûna dewra serokomariya Donald Trump li Amerîkayê bûye sedema dilgermiya Rejîma Siyonîstî ji bo çêkirina bajarokên zêde li ser erdên filistîniyan bi taybet li Rojhilata Qudsê û qiraxa rojavayê Çemê Urdinê; eva di rewşekê ye ku vê dawiyê Konseya Ewlekariya NY bi pejirandina biryarnamekê ji vê rejîmê xwest ku êdî çêkirina bajarokan li erdên filistîniyan rawestîne.

Serokwezîrê Rejîma Îsraîlê Binyamin Netanyahu vê dawiyê li hevpeyvîna bi televîziyona CBS, serokomarê nû yê Amerîkayê Donald Trump wek piştgirê bi hêz û cidî yê Îsraîlê dabû zanîn.

Serokomarê nû yê Amerîkayê Donald Trump jî li propagandeyên xwe yên hilbijartina serokomariyê  soz da Netanyahu ku wê bi cidî piştgiriya Îsraîlê bike û balyuzxana Amerîkayê ji Telavîvê bibe Qudsa dagîrbûyî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu