İslami Davet Kurdi Bange İslami

General Hêyderî: Hêza Hewayî ya Artêşa Îranê hêza navçeyî ye

Fermandeyê Hêza Bejayî ya Artêşa Komara Islamî ya Îranê pêgirî ser şîyana navçeyî ya Hêza Hewayî ya Artêşa Îranê li rojavaya Asyayê kir.

Fermandeyê Hêza Bejayî ya Artêşa Komara Islamî ya Îranê General Kîyûmers Hêyderî îro di hevdîtina digel Fermandeyê Hêza Hewayî ya Artêşa Iraqê li Têhranê de herwiha got: Hêza Hewayî ya Artêşa Îranê di hemî waran da bêminet bûye û diare di warên perwerde, têknîk, fêrkirina firokevanan, çêkirina çekên taybet bi helekoptêran û alavên pêwîst de bi Hêza Hewayî ya Artêşa Iraqê re hevkarîyê bike.

Fermandeyê Hêza Bejayî ya Artêşa Îranê amajeyî sînorên hevpar û babetên din ên hevpar di navbera Îran û Iraqê di warên çandî, mezhebî û aborî da kir û got: Îran amade ye jibo têkoşîna dijî zorbêjên cîhanê û kutakirina hebûna wan li herêmê bi alîkarîya Iraqê dijmin li herêmê kokbirr bike. 

Fermandeyê Hêza Hewayî ya Iraqê Hamid Etîye Xuwêyn jî di vê hevdîtinê de amajeyî şîyanên Hêza Hewayî ya Artêşa Îranê ji hêla alavan ve kir û got: Hevkarîya Hêzên Hewayî yên Îran û Iraqê gellekî girîng e û ew hevkarî dikare di xurtkirina ewlehîya herêmê de bibandor be.

Wî herwiha got: Xurtbûna Hêza Hewayî ya her du welatan di hebûna firokevan, hêzên têknîk û perwerdekirinê da ye ku bi caran di bûyerên curbicur da ew şîyan û xurtbûna nîşan dane.

Exit mobile version