ÎranNûçeRojhilatanavin

General Pûrdestan: DAIŞ bûye darê destê Amerîkayê ji bo zext û zora ser Îran, Rûsya û Çînê

Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Artêşa Komara Îslamî ya Îranê koma terorîst a DAIŞê wek darê destan ji bo Amerîkayê da zanîn ku ew welata pê wê zext û zorê ser Îran, Rûsya û Çînê zêde dike û got: Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê her liv û tevgereke DAIŞê li bin çavê xwe de heye û wan dişopîne.

Li gor rapora IRIB Newsê, Sertîp Ehmed Riza Pûrdestan li merasimekê li Tehranê de got: Endamên DAIŞê niha ji Iraq û Sûriyê diçin Urdin û Efxanistanê û medreseyên Wehabî jî her roj hêzên wê dabîn dikin, Amerîka hewldide ku vê grûpa terorîst ji bo zext û zora ser Komara Îslamî ya Îranê, Rûsya û Çînê bikar bîne.

Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Artêşa Komara Îslamî ya Îranê herwiha desnîşan kir ku Amerîkayê stratejiyeke nû ji bo sekinîna li hemberî Îranê diyar kiriye û got: Stratejiya Amerîka li dij Îranê îstifadeya ji gişt zirûfan yên wek şerên giran, şerên nerm û nîv-nerm û îstifadeya ji sayberî û tûrên civakî  ye û hedefa din ya dijminan eva ye ku komên terorîst û tekfîrî bêxin dorcanê Îranê, lê belê hêzên çekdar ên Îranê ji bo rawestana li hemberî terorîstan bitûm amade ne û derheq her liv û tevgereke terorîstan û çek û sîlahên wan agahdar in. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu