ÎranNûçePakîstanRojhilatanavin

General Remezan Şerîf çû Pakistanê

Berdevkê Sipaha Pasdarên Inqilaba Îslamî raghand ku fermandê Hêza bejahî ya Sipaha Pasdarên Inqilabê bona şêwirîn û şopandina mijara azadkirina sînorparêzên revandî yên Îranê sefera Pakistanê kir.

Berêvara duşemiyê, 15 Cotmehê, hejmarek ji besîciyên xwecî û hêzên navenda sînorî ku li meqera zêrevaniyê li sînorê Mîrcawê li başûrê rojhilata Îranê bi cih bibûn ji aliyê komên li dijî inqilabê ve hatin revandin û komên hanê ew veguhestin nava axa Pakistanê.

Li gorî rapora Sipah News`ê, general Remezan Şerîf, berdevkê Sipaha Pasdarên Inqilaba Îslam bal kişand ser hewldanên ji bo azadkirina sînorparêzên îranî yên ku komeka terorîst a ser bi zorbêjên cîhanê ew revandin û got: Sipaha Pasdarên Inqilaba Îslamî ji destpêka vê bûyerê ve, hewldanên  taybet û demlidest bo azadkirina wan sînorparêzan û rawestana li ber terorîstên ku biyanî pişta wan digirin, xistiye rojeva xwe.

General Şerîf her wiha got: Di dewama van hewldanan de, fermandê Sipaha Sipaha Pasdarên Inqilaba Îslam vê sibê, general Muhemed Pakpûr fermandê Hêza Bejayî ya Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî, bi taximekê re bona şopandina mijara azadkirina  sînorparêzên îranî yên hatine revandinê şand Pakistanê.

Berdevkê Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî  destnîşan kir: Li vê seferê, general Pakpûr mijara kiryara komên terorîst a revandina 12 kes ji sînorparêzên xwecî yên qereqola sînorî ya  navça Mîrcawê bo nava axa Pakistanê û hewldana ji bo azadiya wan û her wiha  şêwirîna bona pêngavrakirina hevpar û cidî li dijî diyaredeya terorîzmê û garantîkirina ewlehiya mayînde ya sînorî tev rayedarên eskerî û ewlehiyê yên Pakistanê bişopîne.

Başa dön tuşu