CîhanEfrîqaNûçeRojhilatanavin

Li Lîbyayê şer û pevçûn, jimara kuştiyan ji 20 kesî derbas bû

Li Lîbyayê şer û pevçûn her diçe zêdetir dibe. Li payîtexta Lîbyayê Trablûsê jimara kuştiyan ji 20 kesî derbas bû.

Şerê vê dawiyê li dora balafirgeha Mitigayê çêbû û ji roja yekşemê ve dewam dike. Hêzên hukumetê û hêzên Mitigayê li hev dixin û hêzên Mitigayê dixwazin balafirgehê bixin bin destê xwe.

Rêvebir dibêjin di van mehên dawiyê de, şer û pevçûnên li Trablûsê yên herî dijwarin ku çêdibin. Heya niha 20 kes hatine kuştin û 60 kes birîndar bûne.

Şer nahêle ku balafirgeh bixebite. Balafir nafirin. Li navenda Trablûsê û dora balafirgehê şer dewam dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu