ÎranNûçeRojhilatanavin

General Selamî: Îran li hemberî dijminan serê xwe natewîne

Cîgirê fermandeyê gişt Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî pêgirî kir: Gelê Îranê xurt û serbixwe ye û li hemberî hîç zilhêzekî serê xwe natewîne.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, general Hisên Selamî got: Dîroka 40 salî ya Şoreşa Islamî diselimîne ku di wan hemî salan de, gelê mezin ê Îranê dijmin li meydanên curbicur tewandîye û serxwebûna xwe parastîye.

Cîgirê fermandeyê gişt Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî pêgirî kir ku Îran liv û tevgerên leşkerî yên Amerîkayê dişopîne û dîyar kir: Bijareya şerê dijî Îranê ne di rojevê de ye, ji ber ku Amerîka bilî ku ne di şert û mercên sîyasî yên şêrr de ye, hîç welatek jî bi Waşîngtonê re di vî warî de hevdeng nîne.

General Selamî herwiha bal kişand ser êrişa mûşekî ya Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê ku di 8`ê Îlonê de l idijî meqer û civîna serokoên komeke têrorîst a dijî Şoreşa Islamî ya Îranê li Herêma Kurdistana Iraqê pêk hat û got: Heke dijmin bixwazin li her derekê azar û zîyanê bigihînin Îranê, bersiva Komara Islamî ya Îranê li hemberî wan dê gellekî giran, serkutkir û poşmankir be.

Başa dön tuşu