ÎranNûçeRojhilatanavin

General Selamî: “Îranê şîyana têkbirina zorbêjên cîhanê di warên curbicur da heye”

Cîgirê Fermandeyê Gişt Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî got: Îrana islamî nîşan da ku şîyan û karayîya tewandina zorbêjên cîhanê di warên curbicur da heye.

Cîgirê Fermandeyê Gişt Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî Serdar Hisên Selamî îro di merasima rêzgirtina li roja 9`ê Dêymeha sala 1388`ê (30`yê Kanûna sala 2009`ê) li Têhranê da û got: “Serketina Inqilaba Islamî ya Îranê di 11`ê Sibata 1979`ê da derbeyeke giran li Amerîkayê xist û bi têkçûna rêjîma Şah erdhejekê zorbêjên cîhanê girtin ber xwe bi awayekî ku Amerîka û hevpeymanên wî hela jî êşa wê dikişînin, eva yekem işkesta aşkira ya Amerîkayê bû ku wekî serketinê ser navê gelê Îranê hat tomarkirinê”.

Cîgirê Fermandeyê Gişt Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî herwiha got: “Kontrolkirina balyozxana Amerîkayê li Têhranê wekî hêlûna sîxorîyê jî idî hebûna sîyasî ya Amerîkayê li Komara Islamî ya Îranê kokbirr kir ku inqilabeke mezintir ji inqilaba yekem a gelê Îranê hat binavkirinê”.

General Selamî herwiha got: “Gelê mezin ê Îranê di 9`ê Dêymeha sala 1388`ê da (30`yê Kanûna sala 2009`ê) jî hemaseyek di dîroka vî welatî da afirand ku wekî bîrewerîyekê di dîroka vî gelî da diçilvile”.

Di roja 9`ê Dêymeha sala 1388`ê de, gelê Îranê wekî berteka li hemberî bêrêzîya hin kesên fitneker a li hemberî nirxên dînî û islamî ku bi heceta sextekarîya idiayî di hilbijartinên dehemîn dewra serokomarîya Îranê de rêyeke şaş girtibûn ber xwe, daket kolanan û nerazîbûna xwe nîşan da.

Xwenîşandana taybet îro jî bi pişkdarîya berfire ya gelê Îranê li seranserî welêt hat lidarxistin.

Başa dön tuşu