NûçeFilistînRojhilatanavin

Generalê Îsraîlî: Hemas dê kontrola bakurê zîvala Gazayê ji nû ve bi dest bixe

Generalê pilebilind ê artêşa Îsraîlê û efserê rezervê Îshaq Brîk roja Pêncşemê di daxuyaniyekê de li xwe mikur hat ku “Hamas bi temamî nayê hilweşandin û tiştê ku îro Netanyahu got tenê ji bo xapandin û şantajê ye.”

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu îro îdia kir ku wan gelek fermandarên payebilind ên Hamasê kuştine û heta ku ev tevger ji holê rabe ew ê operasyonên xwe bidomînin.

Brik di wê baweriyê de ye ku berevajî îdiaya Netanyahu, “Hamas dê vegere bakurê Zîvala Gazayê û her tiştî careke din bixe bin kontrola xwe.”

Başa dön tuşu