AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Zêdebûna îxracata nifta Îranê

Birêveberê kompaniya netewî ya nifta Îranê destnîşan kir ku stratejiya herî girîng a Komara islamî ya Îranê li pişka senetê eva ye ku îxracata niftêl bo bazarên cîhanî zêde bike.

Li gor rapora rojnama Îran’ê, Ruknidîn Cewadî Birêveberê kompaniya netewî ya nifta Îranê destnîşan kir ku steratijiya herî girînge Komara islamî ya Îranê li pişka senetê eva ye ku îxracata niftê bo bazarên cîhanî zêde bike û li vê navberê de Îran qet pişta xwe bi kompaniyên biyanî girê nade û tenê ji karayiyên kompaniyên Îranî bona berfireh kirina seneta niftê behre digire.

Birêveberê kompaniya netewî ya nifta Îranê li bara nîşangeha 21-an a nift, gaz û petroşîmiyê jî got: Ev nîşangeha mecaleke herî başe bona kompaniyên îranî û yên biyanî yên ku li pişke enirjiyê dixebitin ji karayiyên hevdu behre bigrin.

Birêveberê karûbarên navnetewî yê kompaniya nifta Îranê Muhsên Qemserî jî li gotûbêja xwe ya îro çarşemê tev rojnama ”Îran” got: Li van 4 mehên ku ser îmzaabûna rêketinnam navokî di navbera Îranê û grûpa 5+1 de derbas dibe û boykotên dijî Îranê hatine hilanîn, Îran rojê zêde ji 3 milyon û 800 hezar bermîl niftê dertêxe ku rojê milyonek û 800 hezar bermîl nift li nav Îranê palîn dibe û nifta din jî dişîne nav bazarên cîhanî.

Birêveberê karûbarên navnetewî yê kompaniya nifta Îranê li dewama gotinên xwe destnîşan kir; Ji çaxê cihanîna rêketinê Îranê karî rojê milyonek bermîl zêdetir ji her wextekî din bifroşe welatên cîhanê.

Muhsên Qemserî herwisa bal kişande ser viya ku berî boykotên dijî Îranê para firotina nifta welêt pirtir bûye destnîşan kir ku niha Têhran hemû hêza xwe bikar digre ku par û pişka qanûnî ya firotina nifta xwe bo bazarên cîhanî carek din zindî bike.

Nîşangeha 21-a a navnetewî ya nift, gaz û palîngehh û pitroşîmiyê bi pişkdariya 1900 kompaniyan ji Îranê û 38 welatên cîhanê ji roja pêncşemê li Têhranê birê ketiye ûhetanî sibe yêkşemê jî dê bê domandinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu