İslami Davet Kurdi Bange İslami

Generalê rejime siyonist: Şerê Îranê li pêşiya me ye

Generalê rejime siyonist Yaakov Amidror di axaftina xwe de ragihand ku eger Îran hebûna ya Sûriyeyê bidomîne şerê Îranê li pêşiya me ye.

Generalê rejime siyonist Yaakov Amidror ku demekê şêwirmendiya Serokwezîr Benjamin Netanyahu jî kir di axaftina xwe ya rojnameya Yediot Ahronotê de ragihand ku eger Îran hebûna ya Sûriyeyê bidomîne şerê Îranê li pêşiya me ye.

Yaakov Amidror di berdewamiya axaftina xwe de got: “Bê Îranê çawa piştgirî da Hizbullahê û hebûna xwe ya Libnanê zêde kir li Sûriyeyê jî heman tiştî bike, em neçarê rûbirûyê Îranê ne. Ev şer wê gelekî tevlîhev be û ji herdu aliyan jî dê pir kuştî çêbibin.”

Amidror di dirêjiya axaftina xwe de got: “Îranê Navgîneke Hewayî ya Bêmirov ku teqemenî barkiribû şande Îsraîlê. Ev tê çi wate yê? Çima em neçar dimînin xwe bidin îfadekirin? Îran wesayîtên xwe yên herî baş dibe Sûriyeyê û ev ne ji bo parastina qoltuxê Esad e.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version