Ger welatên Îslamî bi hev re bibin yek, dê civakeke mezin pêk bînin û riya bêtifaqiyê girê didin
Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku welatên zordar riya pêkanîna bêtifaqiyê navbera misilmanan dişopînin û got: Ger welatên Îslamî bi hev re bibin yek, dê civakeke mezin pêk bînin û riya bêtifaqiyê girê didin.
Elî Larîcanî, serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê îro duşemiyê li hevdîtina Feyaz Husêyn Paşdişa, sekreterê giştî yê partiya karkirên Bengladişê û nûnerê meclisa vî welatî got: Rawestana li ber terorîzmê û bêtifaqîçêkirina emerîkiyan navbera misilmanan dilgiraniya Komara Îslamî ya Îranê ye.
Serokê meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê fehmnekirina hevpar a navbera welatên Îslamî li bara rola emerîkiyan li berfirehkirina terorîzmê li navçê rexne kir û got: Niha tê dîtin ku emerîkî qala rawestana li ber terorîzmê dikin li halekê ku ger dîroka pêkanîna komên terorîstî bi hûrî û kûrî were hilkolandin, kivş dibe ku piraniya liv û tevegrên terorîstî bi alîkariya Emerîkayê li navçê serê xwe girtine.
Larîcanî bal kişand ser rola kavilkir a Emerîkayê li navça rojava Asiyayê û destnîşan kir: Îran mudaxileyên leşkirî yên Emerîka û hin hevpeymanên wê li navçê û welatên mîna Efxanistan, Iraq, Sûriye, Lîbya û Yemenê kavilkir û hegerek ji bo berfirehkirina terorîzmê dizane.
Serokê meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê her wiha ji helwêsta Bengladişê li bara Filistînê spasî kir û destnîşan kir: Kiryara Emerîkayê derheq guhestina balyozxana wî bo Qudsê ji kiryarên din ên kavilkir ên emerîkiayn e ku bêguman divê welatên Îslamî li hember wê bertekê nîşan bidin.
Feyaz Husêyn Paşdişa, sekreterê giştî yê partiya karkirên Bengladişê ji piştgiriyên Îranê ji awareyên Rîhîngiyayê li Miyanmarê spasî kir û got: Bi milyonan misilmanên miyanmarî berê xwe dane Bengladişê ku Komara Îslamî ya Îranê alîkariyên zav gîhandiye van awareyan.
Feyaz Husêyn Paşdişa, sekreterê giştî yê partiya karkirên Bengladişê bal kişand ser mudaxila hêzên biyanî bi atybet Emerîkayê li meselênanvçeyî û got: Emerîka tim li karûbarên navxweyî yên welatên ereb mudaxile kiriye lê Bengladişê tu carî ji hêla siyasî ve piştgirî nedaye kiryarên emerîkiyan.
Sekreterê giştî yê partiya karkirên Bengladişê bal kişand ser vê yekê ku welatê wî daxwazaberfirehkirina peywendiyên ticarî, aborî, siyasî û çandî bi Îranê re dike û got: Berfirehkirina peywendiyên bi vî rengî ji bo nêzîkkirina her du welatan pêwîst e.