NûçeRojhilatanavinSûriye

Hewldana artêşa Sûriyê jibo azadkirina bajarê Palmîrayê

Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya Press TV`yê, li gorî ragihandina çavkaniya leşkerî yên sûrî, pêkan e ku bombebarana van navçeyan du rojan bidome ta ku piştî wê operasyona bejahî ya hêzên artêşa Sûriyê û hevgirtiyên wê dest pê bibe.

Di eynî demê de bi dû operasyona artêşa Sûriyê dijî pêgehên koma terorîst a ser navê Cêyş El Mutezê li navçeya Tefesê li dorhêla Derayê (li başûrê Sûriyê) hejmarek ji serkirdeyên vê komê hatin kuştin.

Herwiha hevalbendiya hêzên Kurd û Ereb a ser navê Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD), roja pêncşemiyê ragihand Ebû Cundel El Kuweytî, serkirdeyekî koma terorîst a DAIŞ`ê, di encama pevçûna di navbera terorîstan û hêzên Kurd ên li bakûrê Sûriyê de hatiye kuştin.

Endamên çekdar ên komên terorîst ên ser navê Cêyş Ul Îslamê jî guleyeke hawanê ber bi balyozxana Rûsyê ya li taxa El Mezreê li Şamê ve avêt ku bû sedema birîndarbûna du kesan.

Sûriye ji sala 2011`an ve bûye qada şerreka mirinbar di navbera dewleta Şamê û terorîstên ku hin welatên erebî û hevgirtiyên van ên li navçeyê ji wan Erebistana Siûdî, Qeter û Tirkiye pişta wan digirin.

Şerxweziya terorîstan bûye sedema mirin û birîndarbûna bi hezaran kesên sivîl û bi mîlyonan kes jî ji ber van nearamiyan aware bûne (BANGÊ ÎSLÂMİ).

 

Başa dön tuşu