
Çînê roja 23’yê sermaweza (Mijdar) 2020’î gerdûngerra “Chang’e 5” şandibû hîvê, 1’ê vê mehê rojekê xwe danîbû û 16’yê vê mehê jî vegeriya erdê. Armanca çînê ji vê ew bû ku ji ji bo lêkolînê ji hîvê hinek kevir û axê kom bike û bîne.
Li gorî rapora malpera Diyarname’yê, Roketa Chang’e 5 di vegerê xew li cihek nêzî Eyaleta av Moxolistanf Navîn ku li bakurê Çînê ye danî.
DYA’yê di salên 1970’yan de Apollo û Yekîtiya Sovyetê jî Luna ji bo vî karî peywirdar kiribûn lê piştî wan ev 40 sal bûn ku xebateke din a wisa nehatibû kirin.
Çînê par “Chang’e 4” şandibû hîvê û li aliyên tarî yê hîvê danîbû. Bi vê yekê bûbû yekem welat ku roketê dişîne û li aliyê tarî yê hîvê datîne.