IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Geştên hewayî yên Iraqê ber bi Sûrîyê destpê dibin

Berdevkê Geştên Esmanî yê Iraqê ragihand ku geştên hewayî yên ber bi Sûrîyê wê destpê bibin.

Berdevkê Geştên Esmanî yê Iraqê Lêys Rebîyî ragihand ku geştên hewayî yên Iraqê ber bi Sûrîyê piştî 8 salan dê ji roja Şemî ya hefteya bê ve destpê bibin.

Wî herwiha got: ji Şemîya bê ve dê her hefte geştên hewayî ji Bexdayê ber bi Şamê va hebin.

Lêys Rebîyî amajeyî civaka iraqîyên niştecih li Sûrîyê û herwiha xurtkirina ticaret û geştyarîya dualî kir û destpêbûna geştên esmanî di navbera her du welatên cînar de girîng wesif kir.

Wezareta Tranzîtê ya Sûrîyê jî di daxûyanîyekê de ji biryara rayedarên iraqî jibo destpêkirina dubare ya geştên esmanî di navbera her du welatan de pêşwazî kir.

Başa dön tuşu