CîhanÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Elî Şemxanî: Heta hemû terorîst têk neçin, em ji Sûriyeyê dernekevin

Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Şemxanî îro duşemê ragihand ku heta hemû komên terorîst bên jinavbirin, Îran bi hebûna xwe ya li Sûriyeyê dê li ser dana xizmetên şêwirmendiyê jji berdewam be ku Hikûmeta Sûriyeyê ya meşrû ev tişt ji wan daxwaz kiriye.

Şemxanî got, ” îdîayên keyana siyonîst yan jî çi dewleteke din dê bandorê li hesab û biryarên Komara Îslamî (ya Îranê) neke ku bi parastina berjewndiyên xwe yên niştimanî û ewlehiya herêmê ve mijûl dibe.”

Rayedarê îranî di daxuyaniyên xwe de behsa rêkeftinên leşkerî kir ku DYA û Erebistana Siûdî û Emîrtiyên Erebî yên Yekbûyî kir û got: “Propogandayên medyayî nikarin rûyê kirêt ê tawanbar û xwînrijan veşêre ku bi hezaran jin, zarok û kal û pîrên gelê Yemenê yê destvala kuştin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu