ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Gîhandina alîkarîyan li Kirmanşanê didom

Fermandeyê hêza bejayî ya Artêşa Komara Islamî ya Îranê got: Seredan û gîhandina alîkarîyan bo mexdûrên erdhejê li rojavaya welêt erka hêza bejayî ye.

Li gorî rapora Navenda Nûçegihanên Ciwan a Îranê, emîr sertîp Nozer Nêimetî cîgirê fermandeyê hêza bejayî ya Artêşa Komara Islamî ya Îranê got: Li gorî sarbûna hewayê û barana vê dawîyê, hevwelatîyên xwoşdivî yên mexdûrê erdhejê hewcedarê alav û kel û pelên germkirinê ne ku her roj hemî alav û wesîleyên pêwîst digihêjin ber destê mexdûran.

Cîgirê fermandeyê hêza bejayî ya Artêşa Komara Islamî ya Îranê bi gotina vîya ku Artêş bi hemî hêza xwe gîhandina alîkarîyan didomîne, pêgirî kir: Xêvet, naylon, berrik, petû, kepsûlên gazê, xwarek û hwd ji wan alav û kel û pelên pêwîst ji bo mexdûrên hêja bûn ku personelên hêza bejayî ya Artêşê ew dan ber destê wan mexdûrên erdhejê.

Nêimetî herwiha got: Mijara girîng li tax û bajêran, dabînkirina ewlehîyê ye ku çiqên 35 û 65 ên Hêzên Berteka Lezgîn wê dabîn dikin.

Wî herwiha got: Berpirsîya herî girîng a kom û yekîneyên muhendisî yên hêza bejayî ya Artêşê dayîn û danîna kanêks, tuwalêt û tenaşokên çolê bû ku li taxên hewcedar pêk hatine.

Nêimetî seredana berdewam a personelên hêza bejayî ya Artêşê erka vê hêzê zanî û pêgirî kir: Artêş dê li rex gelê Serpol Zehabê û derdora wî be û heta dema bicihbûn û vegerîyana jîyanê ser rewşa asayî jî yê li wir bimîne.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu