CîhanEwropaNûçe

Girava Baliyê di xeterê de ye

Hat ragihandin ku çiyayê li Girava Baliyê yê bi navê  Agungê teqiyaye û xwelî û dûmana çiya bi berdewamî bilind dibe.

Ragihandin ji aliyê Navenda Volkanolojî  û Afata Jeolojîk (PVMBG) ve hat dayîn. Dûman û xweliya ku bi teqîneka biçûk destpêkiriye, niha derketiye bilindahiya 2500 metreyan.

Berdevkê ajansa kêmkirina afat û zerararan ên netewî Sutopo Purwo Nugroho jî ragihand ku talûke di çapa li dora 10 km yan de ye. Lê ji meha êlûnê heya niha ev teqandina çiyayê volkanîk li dora 1 mîlyar dolarî zerar daye herêmê.

Meha borî balafirgeh hatibû girtin, hemû rezervasyon hatibûn betalkirin. Bi hezaran rêwî perîşan bûbûn.

Başa dön tuşu