IraqNûçeRojhilatanavin

Giringiya damezrandina civata iraqî ya Yekitiya Îslamî

Elî El-Elaq, serokê civata  iraqî ya yekitiya  Îslamî roja şemiyê li merasima  damezandina  vê civatê bi beşadriya komek ji alimên sunne û alimên  şîe yên Iraqê û hin welatên  Îslamî li Bexadyê got: Civata li hev nêzîkkirina  wehdeta Îslamî ya Iraqê li dû vegerandina  pêbaweriyê navbera mezhebên îslamî, reforma  çanda umeta Îslamî,  girinzanîna  berjewendiyên  bilind ên umeta Îslamî pêş her tiştek din û rewacdayîna  çanda  lihevnêzîkkirina  mezhebên Îslamî ye.

Elî El-Elaq rola alimên  olê li yekitiya  navbera misilmanan û rawestana li ber pirsgirêkên  olî, siaysî û civakî giring da zanîn û yek ji armancên  civata iraqî ya Yekitiya Îslamî, dûrkirina civaka îslamî ji pevçûnên mezhebî û olî û bifermînaskirina  azadiya tama  peyriwên  mezhebên  Îslamî li îbadet û pêkanîna  yekitiya Îslamî li civaka Iraqê ragahnd. Elî El-Elaq, serokê civata  iraqî ya yekitiya  Îslamî her wiha diyar kir: Ev civata  li warên curbicur ji wan  ciwanan, jinan û eşîran, dê lêkolînaê  bi nirx bikeû civînên  dewreyî û salane  li dar dixe.

Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê jî li peyamekê ku  şêx Mehmûd El-Îsawî ji rûhaniyên  bi nav û deng ê sunne bi nuneratiya ji  wî, wxend got: Avakirina  Civata  iraqî ya  Yekitiya Îslamî li vê qonaxê pir giring e û em hêvî dikin ku  bibe sedema  yekitiya  Îslamî, aramî, pêşdebirina  pêvajoya  avedankirina  Iraqê û dûrkirina  vî welatî ji qeyrana terorîzmê.

Li merasima  raghandina  damezrandina  civata iraqî ya Yekitiya Îslamî, xêncî komek ji alimên  sunne û rûhaniyên  şîe yên Iraqê û welatên  Îslamî, Elî Ekber Wilayetî,  şêwimendê  rêberê giranqedr  ê Inqilaba Îslamî li karûbarên navneteweyî  û ayetullah Erakî, sekreterê giştî yê civata cîhanî ya lihevnêzîkkirina  mezhebên Îslamî jî beşdar bibûn.

Başa dön tuşu