Elî El-Elaq, serokê civata iraqî ya yekitiya Îslamî roja şemiyê li merasima damezandina vê civatê bi beşadriya komek ji alimên sunne û alimên şîe yên Iraqê û hin welatên Îslamî li Bexadyê got: Civata li hev nêzîkkirina wehdeta Îslamî ya Iraqê li dû vegerandina pêbaweriyê navbera mezhebên îslamî, reforma çanda umeta Îslamî, girinzanîna berjewendiyên bilind ên umeta Îslamî pêş her tiştek din û rewacdayîna çanda lihevnêzîkkirina mezhebên Îslamî ye.
Elî El-Elaq rola alimên olê li yekitiya navbera misilmanan û rawestana li ber pirsgirêkên olî, siaysî û civakî giring da zanîn û yek ji armancên civata iraqî ya Yekitiya Îslamî, dûrkirina civaka îslamî ji pevçûnên mezhebî û olî û bifermînaskirina azadiya tama peyriwên mezhebên Îslamî li îbadet û pêkanîna yekitiya Îslamî li civaka Iraqê ragahnd. Elî El-Elaq, serokê civata iraqî ya yekitiya Îslamî her wiha diyar kir: Ev civata li warên curbicur ji wan ciwanan, jinan û eşîran, dê lêkolînaê bi nirx bikeû civînên dewreyî û salane li dar dixe.
Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê jî li peyamekê ku şêx Mehmûd El-Îsawî ji rûhaniyên bi nav û deng ê sunne bi nuneratiya ji wî, wxend got: Avakirina Civata iraqî ya Yekitiya Îslamî li vê qonaxê pir giring e û em hêvî dikin ku bibe sedema yekitiya Îslamî, aramî, pêşdebirina pêvajoya avedankirina Iraqê û dûrkirina vî welatî ji qeyrana terorîzmê.
Li merasima raghandina damezrandina civata iraqî ya Yekitiya Îslamî, xêncî komek ji alimên sunne û rûhaniyên şîe yên Iraqê û welatên Îslamî, Elî Ekber Wilayetî, şêwimendê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li karûbarên navneteweyî û ayetullah Erakî, sekreterê giştî yê civata cîhanî ya lihevnêzîkkirina mezhebên Îslamî jî beşdar bibûn.