İslami Davet Kurdi Bange İslami

Girîngîya pejirandina pêşnîyara Îranê li bara sekinîna li hemberî tep û tozê

Nunerê Îranê li NY got ku pejirandina pêşnîyara Îranê li bara rawestandina tep û tozê li Civta Giştî ya NY, pirsgirêka tep û tozê wekî meselyeke cehanî da nasandinê.

Pêşnîyara Komara Islamî ya Îranê li bara rawestandina tep û tozê duh li Civata Giştî ya NY hat pejirandinê.

Xulamelî Xoşrû nunerê Îranê li NY îro li gotûbêja ligel ajansa nûçan a ISNA`yê, herwiha got: Armanca Îranê têkildarî raberkrina pêşnîyara rawestandina tep û tozê li Civata Giştî nasandina vê pirsgirêka jîngehê jibo civatên navçeyî û navnetewî û pêkutîya ser hevkarîya navnetewî jibo sekinîna li hemberî tep û tozê bû.

Xoşrû herwiha got: Mideha yek sala buhurî da bi hewldanên Îranê 4 biryarname li NY jibo sekinîna li hemberî tep û tozê hatin pejirandinê û roja îro jibo sekinîna li hemberî vê dîyardeyê hevdengîyeke navnetewî heye.

Xoşrû herwiha got: Li gorî biryarnama Civata Giştî ya NY, yê civîneke navnetewî jibo sekinîna li hemberî tep û tozê bi hevkarîya NY li Têhranê û yekemîn civîna bilind a navnetewî ya sekinîna li hemberî tep û tozê li Civata Giştî di sala 2017`ê da were lidarxistinê.

Nunerê Îranê li NY li ser cihanîna xalên biryarnama sekinîna li hemberî tep û tozê ji alîyê welatan û sazîyên navçeyî û navnetewî va sekinî û got ku ev biryarnama hemî welatan jibo hevkarîya li warê sekinîna li hemberî dîyardeya tep û tozê han dide. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version