ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Amerîka ne di asta destwerdan û reşkirina karên qanûnî yên navxweyî yên welatên din de ye

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê daxûyanîya Amerîkayê ya destwerdana di mijara qesasa tawanbar, itrafkir û mehkûmê şehîdkirina çend welatî û pêrsonêlên ewlehîya Îranê di encama bûyera li Kolana Pasdaran a Têhranê de şemerzar kir.

Wezareta karên derve ya Amerîkayê duh bi daxûyanîyeke destwerdanê, darvekirina Mihemedriza Selas ku 3 mexmûrên ewlehîya Îranê şehîd kiribûn, şermezar kir.

Mihemedriza Selas di 19`ê Sibata îsal de li Kolana Pasdarana Têhranê bi otobosê da ser mexmûrên ewlehîyê ku di encama vê êrişa hovane de, 3 mexmûrên ewlehîya Îranê şehîd bûn.

Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê got: Mihemedriza Selas parêzerê wî hebû, piştî derbaskirina qonaxên qanûnî û dadwerîyê li dadgehên Komara Islamî ya Îranê derheq tawanên xwe mukur hat û di encamê de sûckar hat naskirinê û cezaya qesasê ji wî re hat kivşkirin û vî hikmî tu têkilîya xwe bi bawerîyên şexsî yên wî re tinebûye.

Qasimî herwiha got: Dewleta Amerîkayê ku xwe îro rojê di warê binpêkirina aşkira ya sozên navnetewî de meşhûr e û mideha yek sala buhurî da bi awayekî yekalî ji gellek rêketinamên navnetewî vekişîyaye û ji bin soz û berpirsîyên xwe derdikeve, ne di wê astê de ye ku destwerdanê li karên qanûnî yên navxweyî yên welatên serbixwe de bike û wan karana reş bike.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê herwiha got: Qanûnên dijî mafên mirovan û cihêrengîyê yên dijî koçberan ên serokomarê Amerîkayê, nemaze sîyaseta kirêt a cihêkirina zarokên koçber ji dê û bavên wan û bicihkirina wan li kempan, netenê bûne sedema nerazîbûna gellek welat, sazîyên navnetewî û kes û kesayetîyên cîhanê, belkî bûne sedema nerazîbûna kesên herî nêzîkî Qesra Sipî jî.

Başa dön tuşu