Rêxistina îstixbarat û ewlehiyê ya Iraqê li operasyoneke taybet, pênc serkirdeyên koma terorîstî ya DAIŞ`ê girtin.
Li gorî rapora IRNA`yê, Rêxistina îstixbarat û ewlehiya Iraqê li daxûyaniyekê destnîşan kir: Kesên girtî ji kesên bitalûke yên koma terorîstî ya DAIŞ`ê û ber şopandina dadweriyê ya saziya dadweriyê ya Iraqê bûn.
Pêştir hlêzên ewlehiyê yên Iraqê bi hevkariya Rêxistina ewlehiya Tirkiyê, Ebûzêyd El-Iraqî, yekî din ji serkirdeyên DAIŞ` ê( Îsmaîl Elwan, Selman, El- Îsawî) li 2 Gulana 2018` an girtin. Wî piştî girtinê li xwe mukir hat ku dawîn hevdîtina wî tev Ebûbekir Bexdadî li Tîrmeha 2017` an bûye.
Li gorî daxûyaniya Rêxistina Îstixbarat û wlehiya Iraqê bi lêpirsîna ji van kesana, lêzanînên giring ji vê koma terorîstî wergirtin ku li encama wê, êrişa hewayî ay vê adwiyê ya Iarqê li dijî meqerên DAIŞ`ê linav Sûriyê cih hat.
Li vê operasyonê, 40 serkirdeyên DAIŞ`ê û di serî de Omer Ebd Hemd El-Fehdawî nasiyar bi Ebû Tariq El-Fehdawî hatin kuştin.