ÎranNûçeRojhilatanavin

Girtina çend têrorîst û dijberên inqilabê li Îranê

Hêzên ewlehîyê yên Îranê di çend rojên buhurî de karîn hejmarek kesên dijî inqilabê û têrorîst ku roleke berfire li ajawegêrîyên vê dawîyê li welêt hebûn nas bikin û bigirin.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya Wezareta Itilaata Îranê, hêzên asayişê yên Îranê bi şopandina lêzanînan û sûdwergirtina ji raporên gel, hin ajawegêr, kujer û kesên bi kêzm û kêran êrişî gel û hêzên intizamî yên Îranê kiribûn û dest bi dizî û kavilkirina darayîyên giştî û alozkirina rewşa civakê kiribûn, girtin.

Li dewama vê raporê hatîye: Hêzên asayişê yên Îranê tîmeke têrorîst ku bi merema têrorkirinê ji sînorên rojavaya welêt ve derbas bibûn li Serdeştê têk birin û dest danîn ser hejmareke zêde ya çek û alavên cengê yên wan.

Naskirina cihê kombûna sê kesên ser bi komeke dijî inqilabê ya li Ewropayê ku mijûlê çêkirina madeyên teqandinê bûn, girtina kesên sereke yên birêxistina ajawegêrîyên li bajarê Îzê li başûra rojavaya Îranê û girtina çend çalakên dijî inqilabê ji pêngavên din ên wezareta Itilaata Îranê bûne.

Hejmarek ji gelê Îranê ji pêncşema buhurî ve li çend bajaran bi lidarxistina kombûnan û qêrîna durişman nerazîbûna xwe li hemberî kifşnekirina çarenûsa sermîyana wan a li hin navendên bankî û darayîyê û jordaçûna bihaya hin kel û pelan û lawazîya çavdêrîya dewletê ser van babetana nîşan dan lê kesên bi dû firsendê û ajawegêr ku hin welatên rojavayî û ereb û Rêjîma Sîyonîst pişta wan digirin, kombûna biaştî ya gel veguhertin alozî û tevlihevîyê. Lê gelê Îranê ji roja çarşemê ve li bajarên curbicur dest bi meşa berfire û xweristî ji bo nîşandayîna hêrs û bêzarîya xwe li hemberî komploya nû ya dijminan û sûdwergirtina ajawegêran ji derfetê ji bo ku mal û darayîyên giştî xirab bikin, kirin.

Başa dön tuşu