Serokê Komîta Ewlehiyê ya Konseya walîtiya Diyala Iraqê raghand: Hêzên îstixbaratî û rawestana li ber terorîzmê yên vê parêzgehê bi hevkariya polîs karîn ku li operasyonekê li rojhilata parêzgeha Diyalê, 2 kes ji serkirdeyên DAIŞ`ê girtin.
Li gorî rapora roja duşemiyê ya Mêhr Newsê, ji zarê El-Neşreyê, Sadiq Huseynî serokê komîta ewlehiyê ya Konseya walîtiya Diyalê got: Ev operasyon li kûratiya navça Qizlaxê li 70 kîlûmêtriya rojhilata Beqûê cih hat û çekên van terorîstan ku li gelek cinayetan ji wan kuştina hêzên polîs dest hebûne, jî hatin zewtkirin.
Pêştir jî hêzên ewlehiyê yên Iraqê, piraniya serkirdeyên DAIŞ`ê li mehên derbasbûyî li navçên curbicure parêzgeha Diyalê girtibûn.