Eskerên Rejîma Siyonîstî du zarokên filistînî li bakurê rojava Ramulhhaê girtin û guhsetin ciheke nediyar.
Li gorî rapora IRNA`yê, eskerên siyonîstî her wiha êriş kirin ser gundê Dêr Nizamê li kêleka rojava ya çemê Urdinê û lêgeriya malên wan, bi ciwanên filistînî re ketin pevçûnê û gulle avêtin ser wan ku li encaam wê çend filistînî birîndar bûn.
Di hemen demê de, siyonîstan bi êrişa ser bajarê Xelîlê li kêleka rojava ya çemê Urdinê, Lemî Xatir , çalaka filistînî girtin.
Eskerên siyonîst her roj bi mehneyên curbicur êrişê dikin ser malên filistîniyan li kêleka rojava ya çemê Urdinê û Qudsê. Amarên fermî yên Filistînê nîşan didin ku herîkêm 6500 filsitînî ji wan 300 zarok di zindanên Îsraîlê de ne.