ÎranNûçeRojhilatanavin

Berfirebûna çalakîyên aborîyê yên Îranê li Iraqê

Sefîrê Komara Islamî ya Îranê li Iraqê, ragihand ku çalakîyên aborî û ticarî yên Îranê li Iraqê ber bi geşbûn û berfirebûnê ne.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Îrec Mescêdî şeva buhurî li civîna “hilkolandina zemîneyên sermayeguzarîya şîrketên îranî li Iraqê“ ku li balyozxana Komara Islamî ya Îranê li Bexdayê hat lidarxistinê, got ku şîrketên îranî bi nirxandina derfetên berfire yên li Iraqê divê bi awayekî xurt dest bi hevkarî û sermayeguzarîya li vî welatî bikin.

Mescêdî herwiha got: Nuneratî û dezgehên îranî li Iraqê bi hemî şîyana xwe piştgirîyê didin şîrketên îranî yên çalak li wî welatî.

Sefîrê Komara Islamî ya Îranê li Bexdayê pêgirî li ser girîngîya dîtina rastîyan ji bo karkirina li bazara Iraqê kir û got ku rewşa ticarî ya Îranê li Iraqê baş e.

Seyîd Hemîd Hisêynî endamê Desteya Rêvebir a Odeya Bazirganîya Îran û Iraqê jî li vê civînê derfetên aborîyê yên ji bo şîrketên îranî li Iraqê şirove kirin û ji çalakên aborîyê nemaze şîrketên mezin ên Îranê xwest ku zêdetir ji berê ji wan di warê xizmetên teknîkî-endazyarîyê de bi Iraqê re hevkarîyê bikin.

Nasir Bêhzad rawêjkarê baziragînyê yê Komara Islamnî ya Îranê li Bexdayê jî li vê civînê got ku Iraq bi dû hêsankirina sermayeguzarîya bîyanîyan e.

Niha Iraq yek ji şirîkên herî girîng ên aborî û ticarîyê yê Komara Islamî ya Îranê li herêmê û cîhaên tê hesêb ku Îran bayê 6.5 milyard dolarî berhemên neniftî difiroşe Iraqê.

Başa dön tuşu