Dayira giştî ya ewlehiya giştî ya Lubnanê roja sêşemiyê raghand grûpeke pênc kesî ya DAIŞ`ê girtine.
Li gorî daxûyaniya artêşê, her pênc endamên vê grûpê welatiyên sûrî ne û li benda fermanêdn dawiyê yên DAIŞ`ê bûn. Xebata vê komê li Beyrût taxa El-Dewr bû. Berpirsê hewahengiyê yê vê komê pêştir li navça El-Meyadînê li rojhilata Sûriyê bû û li kêleka DAIŞ`ê şer kiribû.
Wî dawiya 2016`an hat Lubnanê û li bajarê El-Teyibe dewrên olî û eskerê derbas kirin. Li vê daxûayniyê her wiha hatiye: DAIŞ`ê sê mehan berî niha ji berpirsê komê xwestibû ku jibo wergirtian hêzên nû nav DAIŞ`ê li Lubnanê hewlê bidin. Ji dema krîza Sûriyê , gelek terorîstî derbasî nav Lubnanê bûn. Di eynî demê de dezgehên eskerî û ewlehiyê hewldanên zav jibo girtin û rawestana li ber van kesana û komana hebûne (BANGÊ ÎSLÂMİ).