Girtina endamên koma terorîst a DAIŞ`ê li Îranê
Dozgeriya Tehranê li bara girtina 32 endamên koma terorîstî ya DAIŞ`ê li Îranê agahî da.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya IRIB News`ê, Ebas Ceferî Doletabadî, dozgeriya Têhranê got:Şanzde mêrên DAIŞî û şanzde jinên DAIŞî ku perwerdeya eskerî dîtibûn û ji bo cihanîna operasyonê çûbûn Sûriyê, piştî têkçûna DAIŞê li Sûriyê dixwezstin Îranê bikine sitargehek ji bo kiryarên xwe yên terorîstî ku ji aliyê saziyên ewlehiyê hatin girtin û dosiya wan hat şandin bo dadgehê.
Ebas Ceferî Doletabadî, dozgeriya Têhranê bal kişand ser berteka koma terorîstî ya DAIŞê li hember îdamkirina heşt kes ji endamên xwe li Îranê û got: ev gef nîşan didin ku Îranê DAŞê işkest daye û dê êdî nehêle ku DAIŞ û alîgirên wê liv û tevegrên xwe yên kirêt bidomînin.
Dozgerê Têhranê destnîşan kir: Alîgirê sereke yê dosiya tawanbarên koma terorîstî ya DAIŞ`ê, dewleta Emerîkayê ye ku ev koma bi armanca bêewlehkirina navçê pêk aniye û jê pitgiriyê dike.
IRIB Newsê roja şemiyê li bara cihanîna hikmê îdama heşt kes ji endamên koma tereorîstî ya DAIŞ`ê têkildarî êrişa ser meclisa şêwra Îslamî ya Îranê û herema paqij a Îmam Xumêynî(RE) li Têhranê agahî da.
Li encama êrişên endamên ser bi koma terorîstî ya DAIŞ`ê ser meclisa şêwra Îslamî ya Îranê, û herema paqij a Îmam Xumêynî(RE) li 7 Hezîrana 2017`an li Têhranê, 17 kes şehîd bûn û hejmarek jî birîndar bûn.