CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Girtina endamên koma terorîst a DAIŞ`ê li Îranê

Dozgeriya Tehranê li bara girtina 32 endamên koma terorîstî ya DAIŞ`ê li Îranê agahî da.

 Li gorî rapora roja yekşemiyê ya IRIB News`ê, Ebas Ceferî Doletabadî, dozgeriya Têhranê got:Şanzde mêrên DAIŞî û şanzde jinên DAIŞî ku perwerdeya eskerî dîtibûn û ji bo  cihanîna operasyonê çûbûn Sûriyê, piştî têkçûna DAIŞê li Sûriyê dixwezstin Îranê bikine sitargehek ji bo kiryarên xwe yên  terorîstî ku ji aliyê  saziyên ewlehiyê hatin girtin û dosiya wan hat şandin bo dadgehê.

Ebas Ceferî Doletabadî, dozgeriya Têhranê bal kişand ser berteka koma terorîstî ya  DAIŞê li hember îdamkirina heşt kes ji endamên xwe li Îranê û got: ev gef nîşan didin ku Îranê DAŞê işkest daye û dê êdî nehêle ku DAIŞ û alîgirên  wê liv û tevegrên  xwe yên kirêt bidomînin.

Dozgerê Têhranê destnîşan kir: Alîgirê sereke yê dosiya  tawanbarên  koma terorîstî ya DAIŞ`ê, dewleta Emerîkayê ye ku ev koma bi armanca bêewlehkirina  navçê pêk aniye û jê pitgiriyê dike.

IRIB Newsê roja şemiyê li bara cihanîna hikmê îdama heşt kes ji endamên  koma tereorîstî ya DAIŞ`ê têkildarî êrişa ser meclisa şêwra Îslamî ya Îranê û herema  paqij a Îmam Xumêynî(RE) li Têhranê agahî da.

Li encama êrişên  endamên  ser bi koma terorîstî  ya DAIŞ`ê ser meclisa şêwra Îslamî ya Îranê, û herema  paqij a Îmam Xumêynî(RE) li 7  Hezîrana 2017`an  li Têhranê, 17 kes şehîd bûn û hejmarek jî birîndar bûn.

Başa dön tuşu