ÎranNûçeRojhilatanavin

Girtina komeka têrorîst li bakurê rojavaya Îranê

Beşa pêwendiyên giştî ya wezareta Itilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê bi daxûyaniyekê qala şer û pevçûna bi tîmeka têrorîst li bajarê Pîranşehrê li parêzgeha Azerbaycana Rojava li bakurê rojavaya Îranê û girtina endamên vê tîmê kir.

Li daxûyaniya Beşa pêwendiyên giştî ya wezareta Itilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê: “Tîmeka têrorîst a çekdar ku bi pêspartiya teqîn û kuştina xelkê bêguneh ji bo domandina aloziyên vêî dawiyê ketibû nav Îranê li Pîranşehrê hat şopandin ku dui dema pevçûnê bi bikaranîna jineka gundî wek mertal, endamên wê komê dest bi gulleavêtina ber bi hêzên şandî kirin ku di encamê da sê kes ji hêzên ewlehkariyê şehîd bûn“.

Beşa pêwendiyên giştî ya wezareta Itilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ragihand: “Li vê şer û pevçûnê kesek ji têrorîstan hat kuştin û çend kes ji wan jî birîndar bûn“.

Li gorî vê raporê, pênc çekên Kilaşînkof û gulleyên wan, çar narincek, kincên leşkerî, tûrik, alavên şêrr û nivîsên li bara rênimûniyên pêwîst ji bo pêkanîna bêewlehîtî û aloziyê ji wan hatin zeftkirin.

Başa dön tuşu