ÎranIraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Girtina pêşiya îstifadên xirab ên grûpên terorîstî ji agirbesa li Sûriyê

Alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li karûbarên navneteweyî got: Divê Agirbes ji bo grûpên terorîstî li Sûriyê nebe derfetek ji bona bêhnvedan û amadekariya wan.

  Li gorî hevhatina Rûsiye, Emerîka û Urdinê, agirbesek ji roja yekşemiyê li başûrê rojava  Sûriyê navbera dewleta Şamê û neyarên çekdar ên sûrî cih hatiye .

Alîkarê taybet ê serokê meclisa Îranê li karûbarên  navneteweyî, Huseyn Emîr Ebdullahiyan roja duşemiyê li gotûbêja  bi nûçegihanê IRIB Newsê, bal kişand ser vê yekê ku  li Sûriyê divê rêçareya siyasî were bikaranîn û got : Jibo gihêştina bo vê qonaxê, sekinîna aliyê têkildar ser agirbesê mijareke giring e.

Alîkarê taybet ê serokê meclisa Îranê li karûbarên  navneteweyî, Huseyn Emîr  bal kişand ser sekinîan dewleta  Sûriyê ser agirbesê û destnîşan kir: Cihanîna  agirbesê li navçeyên  curbicure Sûriyê dikare jibo xurtkirina  pêvajoya siyasî erênî `be lê hin alî li dû bêhnvedan û dayîan derfetê bo grûpên terorîstî bi vê agirbesê li dû şopandina  armancên xwe ne.

Wî serketina  li hember grûpa terorîstî ya DAIŞê li Heleba Sûriyê û Mûsila Iraqê serketina hevpar a gel û dewleta Iraq  û Sûriyê da aznîn û destnîşan kir: Azadiya Mûsilê selimand ku  gelê Iraqê bi yekitiyê dikarin serketinên mezin bi dest xînin.

Alîkarê taybet ê serokê meclisa Îranê li karûbarên  navneteweyî,peyamên  azadiya Mûsilê encama  rênimûniyên  merceyeta olî, hewahengiya  hêzên Heşa Şebî tev hêzên çekdar, yekitî û vegeriyana  Iraqê bo cih û şûna  xwe li anvçê da zanîn.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê roja  yekşemiyê sefera Mûsilê li bakurê Iraqê kir û bi fermî serketian ser grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê piştî 37 mehan raghand.

Operasyona azadkirina  Mûsilê ji 17 Cotmeha 2016`an destpê bibû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu