Alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li karûbarên navneteweyî got: Divê Agirbes ji bo grûpên terorîstî li Sûriyê nebe derfetek ji bona bêhnvedan û amadekariya wan.
Li gorî hevhatina Rûsiye, Emerîka û Urdinê, agirbesek ji roja yekşemiyê li başûrê rojava Sûriyê navbera dewleta Şamê û neyarên çekdar ên sûrî cih hatiye .
Alîkarê taybet ê serokê meclisa Îranê li karûbarên navneteweyî, Huseyn Emîr Ebdullahiyan roja duşemiyê li gotûbêja bi nûçegihanê IRIB Newsê, bal kişand ser vê yekê ku li Sûriyê divê rêçareya siyasî were bikaranîn û got : Jibo gihêştina bo vê qonaxê, sekinîna aliyê têkildar ser agirbesê mijareke giring e.
Alîkarê taybet ê serokê meclisa Îranê li karûbarên navneteweyî, Huseyn Emîr bal kişand ser sekinîan dewleta Sûriyê ser agirbesê û destnîşan kir: Cihanîna agirbesê li navçeyên curbicure Sûriyê dikare jibo xurtkirina pêvajoya siyasî erênî `be lê hin alî li dû bêhnvedan û dayîan derfetê bo grûpên terorîstî bi vê agirbesê li dû şopandina armancên xwe ne.
Wî serketina li hember grûpa terorîstî ya DAIŞê li Heleba Sûriyê û Mûsila Iraqê serketina hevpar a gel û dewleta Iraq û Sûriyê da aznîn û destnîşan kir: Azadiya Mûsilê selimand ku gelê Iraqê bi yekitiyê dikarin serketinên mezin bi dest xînin.
Alîkarê taybet ê serokê meclisa Îranê li karûbarên navneteweyî,peyamên azadiya Mûsilê encama rênimûniyên merceyeta olî, hewahengiya hêzên Heşa Şebî tev hêzên çekdar, yekitî û vegeriyana Iraqê bo cih û şûna xwe li anvçê da zanîn.
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê roja yekşemiyê sefera Mûsilê li bakurê Iraqê kir û bi fermî serketian ser grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê piştî 37 mehan raghand.
Operasyona azadkirina Mûsilê ji 17 Cotmeha 2016`an destpê bibû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)