İslami Davet Kurdi Bange İslami

Girtina sebebkarên şehîdkirina du hêzên ewlehiyê yên Îranê li Ehwazê

Fermandeyê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Xûzistanê li başûrê rojavaya Îranê got: Sebebkarên şehîdkirina du hêzên ewlekariyê (intizamî) yên Îranê li Ehwazê hatin girtin ku ser bi komên dijî înqilabê yên li derveyî welêt bûn.

Duh duşemiyê 15`ê Gulanê, di encama êrişa bi çekan a kesên nenas ser memûrên hêza intizamî ya Komara Îslamiya Îranê li Ehwazê de, du memûr şehîd bûn.

Li gorî rapora roja sêşemiyê ya IRIB News`ê, serdar Hesen Şahwarpûr, fermandeyê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamiya Xûzistanê got: Bi şopandina hêzên itileata Îranê, ev sebebkarên terorîst dema derketina ji sînor hatin girtin û radestî rayedaran bûn.

Meytên paqij ên van du şehîdên hêza intizamî ya Komara Îslamiya Îranê, îro, sêşemiyê li Ehwazê hatin rakirin û ew spartine axê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version