ÎranNûçeRojhilatanavin

Girtina têrorîstên têkildarê operasyona terorîstî ya Têhranê

Wezareta îtileatê ya Îranê li daxûyaniyekê ragihand: Hêzên ewlehiyê bi hevrêtiya Sipahê Pasdarên Inqlaba Îslamî û hêza ewlehiya nav bajaran karîn ku têrorîstên têkildarê êrîşa terorîstî ya roja çarşemiyê ya Têhranê beriya her cure kiryarekê peyda bikin û bigrin.

 Li gorî rapora IRIB News`ê, li gorî vê daxûyaniyê, li vê operasyonê, gelek çek û sîleh, madên pêwîst ji bo bombeyan, kemberên teqînê, amûrên peywendiyê û belgeyên sextekirî hatin keşfkirin. Her wiha çend malên tîmî yên terorîstên  wehabî-tekfîrî li bakurê rojava welêt hatin keşfkirin û paqijkirin.

Wezareta Îtileatê tekez kir: “Pêvajoya şopandina navenda fermandehiya van cinayekarên ser bi îstikbarê û kirêirtiyên wan ên navçeyî li aliyê din ê sînoran didome ku encamên  giring ên vê operasyonê dê werin ragihandin“ (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu