NûçeRojhilatanavinSûriye

Girtina welatiyên Efrînê ji aliyê çekdaran terorîst ve berdewam e

 

Girtina welatiyên kurd li bajarê Efrînê yê Surîyê ji aliyê grubên ser bi Tirkiyê ve berdewam e, îro jî gruba Semerqend hejmarek welatî girtin, di nav de 2 keç hene.

Çavkaniyên navxweyî ragehand ku, îro Sêşemê 27.11.2018 çekdarên grûba Semerqend her yek ji Îzdîhar Kedro temen 35 salî, Behrî Kedro temen 30 salî û Şamîran Hac Ebdo temen 40 salî desteserkirin.

Li gor çavkaniyên navxweyî girtina welatiyan û azadkirina wan beramber pereyan bûye diyardeyek li bajarê Efrînê, da zanîn ku, ew kesên îro hatine girtin ji gundê Kefre Sefre ne ser bi nahiya Cindirêsê.

Başa dön tuşu