IraqNûçeRojhilatanavin

Giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê neqanûniye û dijî qanûna bingehîne Iraqê ye.

Serokwezîrê Iraqê carek din ragihand: Giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê neqanûniye û dijî qanûna bingehîne Iraqê ye.

Li gor rapora IRIB News`ê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li press konferansa xwe ya êvara duh sêşemê li bara sekinîna kurdên vî welatî bona birêxistina giştpirsiya cudabûna ji Iraqê got: Pêngavhilanîna ber bi giştpirsiyê bi xetere ji ber ku tesîrekî nebaş datîne ser gelê Iraqê.

Serokwezîrê Iraqê ragihand: Dewleta Iraqê qet li prosa giştpirsiya cudabûna Herêma Kurdistana Iraqê ji Iraqê hevkariyê nake.

Partiyên Herêma Kurdistana Iraqê 7 Hezîranê li civîna xwe ya bi pişkdariya Mesûd Barzanî serokê vê herêmê, rêketina xwe tev birêketina giştpirsiya cudabûna ji Iraqê li 25 Îlonê ragihandin.

Tekîda Herêma Kurdistana Iraqê bona birêxistina giştpirsiyê rastî berteka grûpên iraqî hatiye.

Gor anketa telivîzyona NRT`yê ku medyayekî mezine Herêma Kurdistana Iraqê ye, ji sercem 92 hezar kesan 57 hezar kesan ragihandine ku dengê na dê bidin vê giştpirsiyê (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu