CîhanErebîstanNûçeRojhilatanavin

Google li civîna Rîyazê pişkdar nabe

Şirketa Google wek berteka li hemberî kuştina rojnamevanê rexnekirê rêjîma Siûdî li Civîna Sermayeguzarîyê ya li Rîzanê pişkdar nabe.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Reutersê, şirketa Google`ê di daxûyanîyekê de ragihand ku Diane Greene yek ji rêvebirên vê şirketê li civîna Rîyazê ku biryar bû di 23`yê Cotmehê de destpê bibe, pişkdar nabe.

Piştî belavbûna nûçeya kuştina Jamal Khashoggi rojnamevanê rexnekirê rêjîma Siûdî ku ji bo rojnama Washington Post`ê kar dikir, gellek sazî û navendên navdar û sîyasetvanan ragihandin ku li civîna Rîyazê pişkdar nabin.

Başa dön tuşu