CîhanEwropaNûçe

Xwepêşandana gelê Amerîkayê li dijî Trump

Bi sedan welatîyên amerîkî bi nîşana nerazîbûna li hemberî kiryara serokomarê vî welatî ya wêdadayîna serokê polîsên fêdêral (FBI) daketin kolanan û xwestin ku ew bê istîzahkirinê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Tesnîmê, bi sedan kesên nerazî li bajarê Waşîngtonê duh bi nîşana nerazîbûna li hemberî wêdadayîna Cîmz Komî serokê FBI`yê, xwepêşandanek li ber Qesra Sipî lidar xistin û xwestin ku Donald Trump serokomarê vî welatî were istîzahkirinê.

Rojnamên amerîkî çavdêrîya Cêyms Komî ser lêkolînên li bara peywendîyên ihtimalî yên navbera rawêjkar û endamên navenda hilbijartinan a Trump û dewleta Ûrsêtê da, hegera sereke ya wêdadayîna wî ragihandin.

Di vî halî da, nerazîyan ji dewleta Amerîkayê xwestin ku dozgerekî serbixwe jibo şopandina lêkolînan kifş bike.

Serokomarê Amerîkayê bi wêdadayîna Cêyms Komî bi dû kontrolkirina van lêkolînan bûye.

Serokên Partîyên Komarxwaz û Dêmokirat, nerazîbûna xwe li hemberî vê kiryara Donald Trump nîşan dane.

Serokomarê Amerîkayê hertim mijara hevkarîya endamên navenda hilbijartinan a xwe ligel Ûrsêtê ret kirîye.

Eva di rewşekê da ye ku Maykêl Filîn rawêjkarê ewlehîya netewî yê serokomarê Amerîkayê jî bi hilêxistina meseleya hevdîtina wî ligel Sêrgêyî Kîsîlîyak sefîrê Ûrsêtê li Waşîngtonê di dema rikeberîyên hilbijartinên serokomarîya Amerîkayê, neşar ma dest ji posta xwe bikêşe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu