NûçeRojhilatanavinSûriye

Gorîbûna welatiyên sivîl li êrîşa firokeyên şêrr ên destdirêjker ên amerîkî li ser bakurê Sûriyê

Li êrîşa firokeyên şêrr ên destdirêjker ên hevpeymaniya amerîkî li parêzgeha Reqaya bakurê Sûriyê careke din hejmareke welatiyên sûrî hatin kuştin.

Li gorî rapora Press TV`yê, koma Çavdêra Mafên Mirovan a  Sûriyê ku navenda wê li Londonê ye ragihand ku herîkêm heşt welatiyên asayî roja îniyê di encama êrîşa firokeyên şêrr ên hevpeymaniya amerîkî li gundê Suweydiye El Kebîreyê hatin kuştin.

Ev gund li 55 kîlomitriya bajarê Reqayê ye.

Li gorî ragihandina çavdêran, pênc kes ji goriyan jin û zarok bûn.

Li gorî gotina çavdêrên navneteweyî, êrîşa destdirêjkerane ya firokeyên şêrr ên hevpeym,aniya amerîkî bû sebeb ku hejmarek jî birîndar bibin û ev hitmal heye ku bi mirina hinek ji birîndaran hejmara kuştiyan zêdetir bibe.

Firoekyên şêrr ên amerîkî bi mehneya şerê dijî têrorîsmê hertim malên xelkê li Sûriyê didib ber êrîşên xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu