CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Komara Îslamî ya Îranê hewla kuştinê ya serokomarê Venezuelayê şermezar kir

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê hewla kuştinê ya serokomarê Venezuelayê şermezar kir.

Li gor nûçeya dayiea giştî ya Dîplomasiyê ya wezareta derve ya Îranê, berdevkê wezareta karên derve ya Komarav Îslamî ya Îranê Behram Qasimî îro bal kişand ser kiryara terorîstî ya ji bo kuştina serokomarê Venezuelayê Nikolas Madoro û got: Îran vê liv û tevgerê wekî hewldanek ji bo aloz û bêîstiqrarkirina Venezuelayê dizane ku eva ser xêr û kara dijminên netew û dewleta vî welatî ye.

Îro qewmîna teqînekê li dema axivtina serokomarê Venezuelayê Nikolas Madoro li merasima leşkerî ya li Karakasê paytexta vî welatî bû sedema qutbûna vê merasimê.

Başa dön tuşu