Hejmara êrişên teqînê ser wezareta berevaniyê ya Efxansitanê û saziay emerîkî ya Kî Yer Internetional li Kabulê gihêşte 43 kesan û zêde ji 110 kes birîndar bûne. Wezareta berevaniyê ya Efxansitanê pêştir hejmara kuştiyan 35 kes dabû ragihandin.
Sedîq Sedîqî berdevkê wezareta karên hundir a Efxansitanê jî gotiye ku grûpa Talibanê divê wek rêxistineke terorîstî were naskirin. Berêvara roja duşemiyê wezareta berevaniyê ya Efxansitanê ket ber êrişa teqînê. Saet 23 roja duşemiyê jî komek êriş kirin ser saziya emerîkî ya Kî Yer Internetionalê li navça Şehrênûya Kabulê ku pevçûn heya 10 siba roja sêşmeiyê dom kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)