NûçeFilistînLubnanRojhilatanavin

Di êrîşa rejîma dagirker de 3 mucahîdên Hîzbullahê şehîd bûn

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Lubnanê ragihand ku 3 mucahidên xwe li başûrê vî welatî di êrişên siyonîstan de şehîd bûne.

Li gorî nûçeya Al Alemê, Hizbullaha Lubnanê ragihand ku “Cafer Elî Mercî” ji dayîkbûyê sala 1968’an, “Elî Cafer Mercî ji dayîkbûyê sala 1993’an û “Casan Cafer Mercî ji dayîkbûyê sala 1996’an ji bajarê Belîda şehîd bûne. êrîşa Rejîma Siyonîst li başûrê Lubnanê.

Pêştir di çavkaniyên nûçeyan de hatibû ragihandin ku di êrîşa balefirên cengê yên Rejîma Siyonîst ser bajarê “Herba Salem”ê de herî kêm 5 kes şehîd û 9 kes jî birîndar bûne.

Ji dema ku mucahidên tevgera berxwedanê ya Hemasê di 7ê Cotmeha 2023an da operasyona “Tofana El-Eqsayê” pêk anîn, siyonîstan li başûrê Lubnanê û herwiha li zîvala Gezeyê jî bi top û hewayê êriş dikin.

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Lubnanê bi armanca piştgirîkirina operasyona Tofana Eqsayê, baregehên leşkerî yên siyonîstan li bakurê Filistîna dagirbûyî dike hedef.

Başa dön tuşu