Serokê Yekîtiya Pizişkên Reqayê, ji peydakirina gorneka komkî ku têde 1500 meytên ji bombebarana hevalbendiya amerîkî li vî bajarî mane, agahî da.
Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya IRNA`yê, Cemal Îsa, serokê Yekîtiya Pizişkên Reqayê, li hevpeyîvîna bi rojnama Sûrî ya El Wetenê ra her wiha got: Hemî rojê cinayetên zêdetir ji koma terorîst a DAIŞ`ê û hevalbendiya neqanûnî ya welatên rojavayî ya bi serokatiya Amerîkayê li bajarê Reqayê li bakûra Sûriyê tên dîtin.
Îsa destnîşan kir: “Piştî ku hevalbendiya amerîkî, koma terorîst a DAIŞ`ê ji Reqê veguhest, ev bajara bi awayekî bêarmanc da ber bombeyan ku di encamê de sedî 85`ê vî bajarî bi tamî kawil bû”.
Serokê Yekîtiya Pizişkên Reqayê, herwiha got: “Heya niha meytê 4 hezar şehîdan li gornên komkî peyda bûne ku divê meytên ku li bi destê xelkê bajêr li hewşên malan jî hatine binaxkirin, li vê hejmarê werin zêdekirin”.
Amerîka, Îngilistan û Fransayê bi mihaneya şerê dijî komên terorîst bi awayekî neqanûnî, li Sûriyê ne. Hebûna Amerîkayê û hevgirtiyên wê li Sûriyê bi mihaneya şerê dijî terorîsmê li halekî ye ku ev welatana pêkhîner û piştgirên sereke yên terorîstan li Sûriye û Iraqê ne.